Di demeke ku, li Rojhilata Navîn dîrok ji nû de tê nivîsandin û çarenûsa gelan tê destnîşan kirin de, dagirkerên Kurdistanê bi desteka hêzên navneteweyî dixwazin ku careke din, gelê Kurd bê nasname û statu bihêlin. Hemberî ku gelê Kurd dibin pêşengiya Haraketa Azadîya Kurd de, 30 salî şer kir, berdêlên giranbiha dan û rastiya xwe di qada navneteweyî de da qebûl kirin, hîna jî tê xwestin ku di dîzaynkirina nû ya Rojhilata Navîn de, gelê Kurd bê cih û bê statu bihêlin.
Aktuel
Mîrhem Yîgît: Kampanya Namûs û Hewarê
- 25 August 2011
- Mîrhem Yîgît
Ji biçûk ber bi mestir de: Em her kes, navekî me heye, em ji dê û bavekî ne, li cîhekî ji diya xwe bûne, me çavên xwe vekirine. Zimanekî me heye, mensûbiyeteke me heye: Em mêr in, jin in, ciwan û zarok in, misilman in, êzdî ne, elewî ne, asûrî ne yahûdî ne. Ev giş her yek bi serê xwe core û celebek nasnameyê ne.Her netewe, bi kultur, ziman û nasnameya xwe xweseriyek e, rengek e.
Fevzi Özmen: Bê nasnametî birîneke kûr e
- 23 August 2011
- Fevzi Özmen
YEK-KOM´ê kampanyayeke pîroz da destpêkirin. Em jî YEK-KOM´ê pîroz dikin. Her çiqas kampanya li Almanyayê dest pê bike jî, lê pirsgirêka nasnameya kurd ne tenê ya Almanyayê û ya Kurdên li Almanyayê ye. Dîsa pirsgirêk ne tenê ya Kurdên diyasporayê ye, ya hemû Kurdan e. Kêşe ya Rojhilata Naverast, ya cihanê û ya mirovahiyê ye.
Ahmed Aktaş, Ma heta kengî em Kurd, emê bi nasnamyên biyanî bijîn?
- 22 August 2011
- Ahmed Aktaş
Hejmara me Kurdan, di ser 45 mîlyonan ra ye û her çendîn ji naçarî em li gelek welatan bûbin penaber/koçber jî, lê bi giranî em li welatê xwe; Kurdistan a çarperçe bûyî dijîn.
Ez bawer dikim, li cîhanê ti miletê xwedî ewqas nufûsa xilbe û li goreyî zagonên navnetewî, fermî nebûye xwedî nasnama xwe ya netewayî nema ye, em dikarin bi hêsanî û ewqas jî bi keser û bi hesret bibêjin, em Kurd tenê, li cîhanê bê nasname manin.
DIVÊ NASNAMEYA KURD WERE NASKIRIN!
- 30 July 2011
- Unterstützer
Saziyên ku li jêr şanenavên(îmzeyên) wan hene, berî çend mehan hatin ba hev û bi hev kirin ku ji bo „Nasnameya Kurd li Almanyayê“ were naskirin, hewl û xebatên xwe wê di sala 2011´an de xurtir û geştir bikin. „Kampanya Nasnameyê“ ku di çapana(tevahiya) Almanyê de wê were destpêkirin, pêşniyar û daxwazên YEK-KOM´ê yên di danezana Konferansa Berlînê de cih girtine, bingeh/esas digire. Kampanya, bidestxistina wekheviya Kurdên koçber ên li Almanyayê dijîn û komên koçberên din dike armanc.

