Anerkennung der Kurdischen Identität

Gleiche Pflichten. Gleiche Rechte.

Monday, Jun 18th

Last update02:39:35 PM

Aktuel

Ahmed Aktaş, Ma heta kengî em Kurd, emê bi nasnamyên biyanî bijîn?

ahmed-aktas

Hejmara me Kurdan, di ser 45 mîlyonan ra ye û her çendîn ji naçarî em li gelek welatan bûbin penaber/koçber jî, lê bi giranî em li welatê xwe; Kurdistan a  çarperçe bûyî dijîn.

Ez bawer dikim, li cîhanê ti miletê xwedî ewqas nufûsa xilbe û li goreyî zagonên navnetewî, fermî nebûye xwedî nasnama xwe ya netewayî nema ye, em dikarin bi hêsanî û ewqas jî bi keser û bi hesret bibêjin, em Kurd tenê, li cîhanê bê nasname manin.

Ma gelo ev hal, ev rewş ji bo mirovatiya cîhanê ne kêmayî, ne rûreşî û ne şermek  mezin e?

Erê rastê yên em xistine vî halê xerab, welatê me dagir kirine, talan kirine, em asîmîle kirine, ziman û çanda me jî ji me dizîne û heta nuha jî vê siyaseta dijî mirovatiyê li ser me dimeşîne, me weke gelekî bi serê xwe na pejirîne, hebûna me û nasnama me înkar dike, me li ser navê netewa xwe dihesibîne û bi navê xwe bang me dike, ya herî xerabtir jî dema em Kurd doza hebûn û nasnama xwe dikin, zîndan, êşkencê û kuştinê li ser me pêktîne, di serî de her çar dewletên dagirker in, belê mixabin li derveyî welat jî û bi taybetî li Evrupaya ku em demokratîk dihesibînin jî, me bi navê miletê me/netewa me li nasnamê me na nivîsînin, ev siyaseta li gel dewletên dagirker digonce mirova xemgîntir dike.

Belê yê me ji vî halê xerab û jiyana kole rizgar bike, bêgûman divê em Kurd bi xwe bin, eger em bixwe xwe birêxistin nekin û li ser vê bingehê siyaset, dîplomasî û lobiya xurt nedin meşandin, ti kes û dewlet nayê me azad nake, li derve jî statuyek nasnameya bi navê netewa me wisa bi hêsanî pêşkêşî me nake û nade dest me, ji ber ku her dewlet li goreyî berjewendê xwe, siyaseta xwe ya giştî dide meşandin.

Hilbet, li gel rexneyên me, li Evrupayê kes, hêz û saziyên demokratîk ên mafên mirovan diparêze, mafên gelên bindest diparêzin jî ne hindik in, rê û dirbe û zagonên pêşverû jî gelekin,  lê berî her kesî divê em xwe li ser vê rûmeta xweya mirovatî ya netewayî organîze bikin û ji bo mafê xwe yê statuya nasnameya neteweyî bistînin, xwe ji her alî ve; siyasî, diplomasî, hûquqî û hwd, xwe zana bikin, an pisporên vî karî li hev bicivînin an jî gelek ji me xwe bikin pispor, da ku em bikaribin vî mafê xwe yê hêja bixin destê xwe.

Bêgûman ev kar û xebat, bi giştî dikeve ser milê gelê me yê li diyasporayê dijî(hilbat xabata di vî warî de li welat bi rengekî din û xurt tê meşandin û xwe gihandiye asta îlankirina xweseriya demokratîk), lê bi giranî meşandin û pêşengtiya vê xebatê dikeve ser milê siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend, nivîskar û bi kurtayî di encamê de ev bar pirtir û bingehîn dikeve ser milê kesên ku xwe zîreg, zana û kêrhatî dibîne.

Lewma divê em hemû, bi xurtî beşdarî vî karê weke kampanyakê bi pêşkeşiya YEK-KOM' ê ve û li gel hinek saziyên me yên Kurd li Elmanya hatiye despêkirin bibin.

Jiyanek ne bi navê xwe, bi navê miletekî din, ev bi serê xwe sixtekarî û derewîniyek mezin da nava xwe de dihewîne, ev, heqaret e, bêehlaqî û bêûjdanî ye, him li gelê Kurd û him jî li gelê ku em li nava wan dijîn e, dive ev xwarî û şaşiya mezin a dîrokî di demek e nêzîk de were sererastkirin.

Ez gelek bi hêvî me û bawer dikim ku emê di vê kampanya xwe da bi serkevin.

Ahmed Aktaş

BLOG COMMENTS POWERED BY DISQUS