Anerkennung der Kurdischen Identität

Gleiche Pflichten. Gleiche Rechte.

Saturday, Jul 21st

Last update02:39:35 PM

Aktuel

Fevzi Özmen: Bê nasnametî birîneke kûr e

YEK-KOM´ê kampanyayeke pîroz da destpêkirin. Em jî YEK-KOM´ê pîroz dikin. Her çiqas kampanya li Almanyayê dest pê bike jî, lê pirsgirêka nasnameya kurd ne tenê ya Almanyayê û ya Kurdên li Almanyayê ye. Dîsa pirsgirêk ne tenê ya Kurdên diyasporayê ye, ya hemû Kurdan e. Kêşe ya Rojhilata Naverast, ya cihanê û ya mirovahiyê ye.

Pisgirêk gerdûnî ye û reha wê di kûrahiya dîrokê de veşartî ye. Di bingeha wê de polîtîkayên mavnetewî hene.

Welatê Kurdan, Kurdistan di encama şerê cihanê yê yekemîn de ji aliyê dewletên rojava ve ku desthilatên cihanê yê wê demê bûn, hat parçekirin û di nava çar dewletan de hat parvekirin. Bi vê parvekirinê re nasnameya kurd jî hat înkarkirin. Sed sal e, hemû maf û nirxên kurdî ji aliyê van dewletên hevkar ve pergî êrişên tunekirinê û komkujiyê tên û ev êriş didomin.

Dema mirov li rewşa demokrasî û mafên mirovan ên dewletên rojava dinêrê, dibîne ku mafên herkesî, her tiştî di bin belgeyên mafên mirovan ên gerdûnî de hatine mîsogerkirin. Lê dema ku dor tê Kurdan, ev maf ji bo wan ne derbasdar in. Dîsa mirov dema ku bala xwe dide huqûqên dewletên rojava, ji derî mafên mirovan, mafên her giyanberî jî, bi qanûnan hatiye misogerkirin. Hemû mafên sewalên kedî û yên kûvî mîsoger in û nav û nasnameyên wan kivşe ne. Mirov li nasnameya pisîkekî/ê an jî li ya seyekî/ê dinêre, pir bi zelalî dibîne ku li ber navên wan, cins û cibiliyeta wan jî di nasnameyê de qeyd kiriye. Lê dema ku dor tê Kurdên ji çil mîyonî pirtir, nasnameya wan nayê nasîn û pejirandin. Ev rewş jî rûreşiya mirovahiyê û ya wan bi xwe ye. Di heman demê de rûreşiya me Kurdan bi xwe ye jî.

Bi derengî be jî, helbet ev pêngav pir girîng e. Divê hemû saziyên Kurdan û saziyên gelên dost ên demokrat û hemû kesên demokrat piştgiriyê bidin vê kampanyayê. Divê hemû sazî û kes bi giyaneke seferberî etvlî vê kampanyayê bibin û çi ji destên wan bê, bikin.

Wekî di banga kampanyayê de jî, hatiye diyarkirin, armanca kampanyayê ne tenê naskirina nasnameya kurdî ye, armanc hê berfirehtir e. Kurd dixwazin li gel naskirina nasnameyê, hemû mafên ku ji bo koçberên li Almanyayê dijîn, hatine naskirin, vivê ji bo Kurdan jî werin naskirin û tetbîqkirin. Lê divê kampanya tenê bi Almanyayê neyê sînorkirin. Divê li hemû dewletên ewropayê bê destpêkirin. Dîsa divê kampanya ne demî be, domdar be û hetanî encameke erênî neyê bidestxistin, bidome.

Divê em vê yekê jî bînin zimên, di meşandina kampanyayê de gelek kêmasiyên me hene. Hin hevalên bi tirkî nivîsên xwe nivîsîne bila li dilê xwe megirin, em kampanyaya nasnameya kurdî bi tirkî dimeşînin. Civînên me, daxuyaniyên me, belavokên me hemû bi tirkî ne. Ji ber ku ez jî ji berpirsiyarên vê kampanyayê yek im, gelek kes ji min dipirsin:“hûn kampanya nasnameya tirkî dimeşînin, an ya kurdî?“ dibêjin. Dema ku ez dibêjim; „em ya nasnameya kurdî dimeşînin.“ Xudanê pirsan pirçûmê xwe tal dikin û wiha dibersivînin: „Ji kampanya we ti bêhna kurdîtîyê nayê. Her tiştê we bi tirkî ye.“

Li gel van rexneyan ez dîsa dibêjim, karê ku di pêşberiya YEK-KOM´ê de dest pêkiriye pîroz e û divê em hemû bi dil û can tev lê bibin û bi hev re bimeşînin, da ku em ê bi serkevin.

Fevzi Ozmen

Hagen

 

 

BLOG COMMENTS POWERED BY DISQUS