Anerkennung der Kurdischen Identität

Gleiche Pflichten. Gleiche Rechte.

Monday, Jun 18th

Last update02:39:35 PM

Aktuel

Mîrhem Yîgît: Kampanya Namûs û Hewarê

ahmed-aktas

Ji biçûk ber bi mestir de: Em her kes, navekî me heye, em ji dê û bavekî ne, li cîhekî ji diya xwe bûne, me çavên xwe vekirine. Zimanekî me heye, mensûbiyeteke me heye: Em mêr in, jin in, ciwan û zarok in, misilman in, êzdî ne, elewî ne, asûrî ne yahûdî ne. Ev giş her yek bi serê xwe core û celebek nasnameyê ne.Her netewe, bi kultur, ziman û nasnameya xwe xweseriyek e, rengek e.

Cîhan bi gel, çand, ol û mezhebên xwe, reng û taybetmendiyên xwe temam û hêja ye. Her qedexeyî, sansur û rêlêgirtina di vî alî de bi xweza û bi çêbûna ademîzad re,bi mafên xweza yên însên re nakok e. Bi gotineke din nirx û hêjayîyên ez bi wan dibim ez, tu bi wan dibî tu û ew bi wan dibe ew hene. Hin bi wan dibin Tirk, Elman, Ingilîz, Rûs û em jî bi wan dibin kurd. Ev nirx û hêjayî kesî nedane û ji ber ku ev wiha ye jî mafê tu kesî û kesan tune ku ji kesekî û kesekê bistîne.

Her hewla stendinê, qedexekirina nirx û bihayekî ji van nirx û hêjayîyan, em bêjin ziman yan jî rastiyeke din ku mirov bi wan dibe mirov, xesp e, çavsorî ye û mafê li dijderketinê û serîrakirinê jî bi xwe re tîne.

Çi ne ev nirx ? Ziman e, wêje û çand e, sembol in û navê hevbeş yê van gişan, tevahîgir û himbêzke nasname ye. Naxwe nasname tevahiya giş wan cewheran e ku mirov dikin xwedî xweserî û kesekî û keekêê ji kesên din, neteweyekî ji neteweyên din cihê dike.

Insan mensûbê etnîsîteyekê, malbat, bavik, eşîr, ezbet, ol û mezhebekî û dawî jî neteweyekî ye. Her yek ji van kategoriyeke mensûbiyetê ye. Li gora dem û qonaxên dîrokî, derece û nisbeta giraniya wan tê guhertin. Carna ev nirx û carna ew hêjayî derketiye û derdikeve pêş.

Zeman heye ol ketiye pêş û car jî çêbûye bi taybetî di qonaxa hişyarî û ronesansên neteweyî de netewiyet bûye û dibe fera giran di mêzênê de. Belê giş jî xwedî wate ne, binirx in, her yek ji wan qozîkevirekî avahiya nasnameyê ye.

Helbet mirov vê mensûbiyet û aîdbûnê wek mîras digre. pêşiyên mirov ji yên berî xwe, yên piştre jî ji bapîr û dapîrên xwe digrin û ev nifş bi nifş riya xwe dikudînin, xwebinûvedikin, ji qalibekî derdikevin yekî himbêzfirehtir û di nav sedsalan de netewe tînin pê, dibin xerca lihevrgirtinê û rastiyeke sosyolojîk ya berztir ku jê re netewiyet û nasname tê gotin.

Ziman û nasname: Giş lêkolînên li ser nasnamê derdixin ku di nav nasnamê, netewiyet û ziman de girêdaneke çendalî heye û ji nav giş movikên ji nasnamê re dibin stûn de, ziman di serî de tê.

Em jî em dê zêdetir li ser ziman, cih û rola ziman ji bo nasnamê bisekinin, Ji bo nasnamê ziman stûna bingehîn e, motor û jeneratora mensûbiyeta neteweyî ye.

Hêza neteweykî bi qasî ku di artêşbûyîn, xwebirêxistinkirin,xwedîmedyayîbûn û xwefînansekirina wî de ye, ewçendî jî di wêje, ziman û berhemên zimanî, di roman, çîrok, şano, biwêj û peyvên pêşiyan de, di destanê wî jî de ye.

Di Mem û Zîna Xanî de, di Dîwana Cizîrî de, di berhemên Mele Mehmûdê Beyazidî de û di bi sedan qewl û duayên kurdên êzdî, elewî û misilmande de ye.Ev  giş serbilindayên neteweyî û nasnameyî ne. netewiyet û nasname di zimên de, di wêjeya netewe de balix dibe, kûr dibe, distewe.

Neteweyek bi ziman û nasnameya xwe netewe ye. Civata ziman û nasnameya xwe winda dike ji neteweyîtî dikeve. Ne bila sebeb hatiye gotin: heta zimanê te hebe tu heyî.

Zimanê kurdî, zimanê me; bi Kurmancî, Zazakî, Soranî, Kelhûrî û Hewremanî, bi giş devok û cihêyîyên xwe xerc û çîmentoyê nav perçan, ol û mezheban û nasnameya neteweyî li welat û li derveyî welat e.

Zimanê Kurdî  bi giş zaravayên xwe şahidê nasnameya kurdan e, yekîtiya netewe, nasnameya netewe di ziman de, di wêje û çanda netewe de bilaş û gewd dibe.

Ziman, kultur û wêje çend movikên nasnamê ne, nasname jî maziyê pişta netewiyetê ye, nav û navnîşana nteweiyetê ye.

Çend tişt ziman, netewiyet û nasnamê li ser piyan digrin, bixwedî dikin, zindû û geş radigrin. Ziman û nasname girêdayê van tiştan ya bipêş dikevin, şên û gurr dibin, yan jî qels û lewaz dibin û rojekê dimrin. Ev jî axaftina bi ziman, nivîsandina bi ziman û perwerdya bi ziman e.

Ji zanayê mezin Konfîçyûs dipirsin heger ji te birêvebiriya welatekî bihata xwestin karê ewil te dê bikira çi wê çi bûya ?

“Bêşik” dibêje Konfiçyûsmin “min dê bi ziman dest pêbikira, min dê ewil li rewşa ziman bineriya, lewra ziman bi qusûr be, peyv û gotin jî wê ramanê, fikrê baş îfade nekin, fikir ne zelal be, karê bê kirin jî wê ne temam be”.

Dewleta Tirk çima ewçendî li dijê zimanê kurdî ye, çima devê hakim û dozdarên dewletê nagere bêje kurdî belê “zimanê nenas” dibêje  û ewçendî jî li Ewropa û li vir li Elmanya ji bo ku nekeve dibistanan ewçendî dixebite ?

Di vê dema ku nasnameya kurdan ji her gav zêdetir di rojevê de ye kurd pêwiste ji her gav zêdetir li ser sebebên vê biponijin, biramin.

Dewlet li dijê zimanê Kurdî ye ji ber ku zane bê ka çendî netewiyet û nasname girêdayê zimên in, zane ku neteweyek bêziman ji netewetî dikeve û kurdê bê kurdî û asimîlebûyî zû ya dereng dê ji kurdayetiyê jî dûrbikeve.

Dixwazim li vir balê bikşînim ser programekî di kenaleke televizyonên dewleta Tirk de. Program berî bi çend salan bû, di dema nîqaşê de yekî ji beşdaran berdewam qala çalakiyên kurdên li Ingilîstanê dikir, digot ku têkiliya kurdan li wur bi burokrasiya Ingilîz re zêdebûye û gelekî çalak in.

Yê din dema nerî ku her ew diçe û tê vedigere ser xebatên kurdên li Londrayê, dawî wiha pirsî jê:

-         başe ev kurdên tu ewçendî li wan aliqiye nema xwe ji wan rizgar dikî û dire û tê vedigerî ser wan, bi kîjan zimanî diaxivin, van çalakiyan bi kîjan zimanî dikin ?

-         bi Tirkî

-         wî çaxî pêwist nake em ji wan bitirsin, ew dawiya dawî yên me ne.

Ji vê nimûneyê bi tenê be jî derdikeve bê ka zimanê kurd pê diaxivin, belavokên xwe pê dinivîsinîn, îlanên xwe û sohbet û nîqaşên xwe pê dikin çendî girîng e.

Dewlet zane ku ziman mir, kurd jî wê hêdî hêdî biçilmise, wê dawerive, bimîne çekur û hişk bibe û ji ber vê jî ne bêpilan 80-90 sal in li gora projeyeke fikirlêkirî dixebite, kurdan asimîle dike, bê nasname dihêle.

Li cihê jiyana bi zimanê kurdî kêm dibe, asimîlasyon xwurt dibe, piştgiriya Tevgerarizgarîxwazî jî bi giştî dikeve, pê re û bi dû de beşdariya meş û şevan jî, aîdat û alîkariya madî jî serberjêr dibe. Wiha ye têkliya di nav ziman, siyaset û nasnameyê de.

Her kurd pêwiste vê zanibe û bi zanebûneke temam li ziman û nasnameya xwe xwedîderkeve, hez ji zimanê xwe bike, bi deng û seriyekî bilind pê biaxive, binîvisîne û perwerde bibe.

Înkar û nasnekirna nasnameya kurdan gerek kurdan hêrs bike:

Dijminayetiya ziman û nasnameya kurdî, heqaretên dozger hakimên dewleta tirk bêhurmetiya ji zimanê kurdî re, gerek mirovê kurd hêrs bike.

Bi hezaran siyasetmedrên kurd li ber dadgehan e û hê jî bi zimanê xwe, xwe nikarin biparêzin.

Bala xwe bidinê hê birêz Ocalan bi xwişkên xwe re nikare bi zimanê dayika xwe biaxive, devê xwe bi kurdî vedike bi qirika wî û bi qurmê zimanê wî digrin.

Yeke din jî gerek bê gotin: zimanê Tirkî zimanê dewletê ye, zimanê deshelatdar û serdestan e, zimanê Evren, Çiler, Agar û Başbûg e, zimanekî milîtarîst û şovenîstane ye, hê nebûye zimanê Kemal Pîr, Heqî, Beşîkçî, Wedat Turkali, Akin Birdal û Sirri Sureya.

Ji ber ku zimanek jî ne bi tenê zimanek e, di zimanekî de jî çend ziman hene: zimanê serdest û bindestan, zimanê demokrat û antîdemokratan, zimanê Tirkî hê nebûyezimanekî demokrat, zimanekî nêr, eskerî û asimîlekar e.

Pirsgirêka kurdan pirsgirêkeke nasnameyî ye:

Tu ji kîjan alî de lê binerî û bigrî dest, pirsgirêka kurdan, di esas û bingehê xwe de pirsgirêkeke nasnameyî ye, pisgirêka naskirin û îtîrafkirina bi nasnameya kurdan e. Ev li welat jî û li vir li derveyî welat jî wiha ye.

50 sal in Kurd li Elmanya ne, Elman behsa 800 hezar Kurd dikin, belê hê Kurd ne wek Kurd, wek Tirk, faris û Ereb têne binavkirin û qeydkirin.

Bêdewletbûna kurdan rê ji vê nerewayî û çavsoriya nedîtî re bûye sebeb û faktor. Ne bi tenê li welatê perçebûyî, li ser ax û avên bav û kalan, di bin bindestiya dagîrkeran de, belê li welatekî mîna Elmanya jî ev ji nasnameya wan re dibe asteng.

Kurd li her derê hem li Rojhilata Navîn di coxrafyake misilman de û hem jî li parzemîneke mîna Ewropa ku bi giranî kiristiyantî û îsewiyet lê serdest e, têne diskirîmînekirin, ne wek Kurd belê wek welatiyên dewletên herêmê têne mehmelekirin.

Ew ne xwediyê wan mafan in ku xelk û gurûbên din xwediyên wan in, mafên kesên xwedî dewlet û welatiyên bi dewlet qat qat di ser yên kurdan re ne, nimûne ji bo vê newekheviyê zêde ne.

Texmîn bikin hê Kurd nikarin navên dixwazin li zarokên xwe bikin, ji bo kesê zane nasname çi ye û ne çi ye ev gelekî giran e, bêhurmetiya helî mezin û heqareta helî sîornenas e.

Ev tê wateya xespkirina mafên dê û bavêtiyê, bi gotineke vekirîtir ev tê wateya em dê û bavîtiya we na pejirînin, ne navên wî li zarokên xwe dikin, belê yê em dixwazin hun dê qebûl bikin.

Ev cihê pirsê ye:

Ev zarok yên konsolosên Tirkiye û Hikûmeta Elman in yan yên malbatên kurd in ? Ev divê zelal be.

Ev ferq û cihêyiya zêderew, ekstirem û dûr ji exlaq, girêdayê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê jî tê dîtin. Zarokên ne kurd û welatên xwedîkonsolos û dewlet, dersa zimanê zikmakî heta bi polê 9 an dibînin. Belê yên kurdan ew jî ne li giş Elmanya li 4 herêman li 2 eyaletan heta bi polê 5 an û li duwên din jî heta bi polê 6 an e.

Kurd û biyaniyên din newekhev in. Li gora siyasetmedarên di nav siyaseta Elmanya de û şarezayên Destûra Hîmî ya Meclîsa Federal, girêdayê mafên kurdan xalên destûrê yên 1,3 û 5 an têne binpêkirin.

Van meselan hiqûqnas û mamosteyên zimanê Kurdî wê baştir zanibin, pêwiste lêkolînan çê bikin, bi encamên konkiretir raya giştî, rêxistin û saziyên mafên mirovan serwext bikin.

Cardî tê gotin ku notên zarokên kurdan ji dersa zimanê dayikê digrin ji notên giştî yên zarokan hesab nabin, ev li aliyekî.

Belê neheqiya mezin ji sala 1993 an û pêde li kurdan dibe, ev jî qedexekirina mestirîn partiya kurdan PKK û bicîhkirina wê di lîsteya terorê de ye.

Di vî alî de dibe ku kêmaniyên kurdan çêbibin belê ne ewçend jî ku ev navê xerab bi dû kurdan de bê xistin.Vê jî bi xwe re gelek encamên neyênî anîn û dualî zerer da herdû aliyan, kurd jî û elman jî êşandin.

Ji bo kurd wek kurd bêne qebûlkirin û mehmelekirin û ji bo rakirina van ferq û cihêyîyan û Kurd li Elmanya bibin xwedî statuyeke mafdar, YEK-KOM ê kampanyak dest pê kiriye. Di çend xalên serekî û bingehîn de xal ev in:

-         naskirina nasnameya kurdî li Elmanya.

-         diyarkirina statuya kurdan li Ewropa.

-         naskirina kurdan wek gurûbekî cihê.

-         mafê kurdan ji bo istîfadekirin û kelkwergitina ji giş îmkan û derfetên destûr û qanûnên Elmanya pêşkêş dikin.

-         giş mafên neteweyî, kulturî û mafên xweîfadekirina azad bi çand, ziman, nirx û sembolên xwe.

Di dem û qonaxekê de ku Tevgerarizgarîxwazî ji her gav bihêztir e, Xweseriya Demokratîk li welat, dikeve jiyanê ev Kampanya Yekomê bi wate ye.

Giş gelê me, gelê kurd ji giş perçan, kurdên Enedolê, Metrepolan, Xoresanê, Libnan û ji her aliyê cîhanê ku li vir li Elmanya dijîn gerek vê kampanyayê wek kampanya xwe bizanibin.

Nasname û pirsgirêka statuyê ne ya partiyekê, perçeyekî, ol û mezhebekî, zarava û diyalektekî, belê ya giş kurdan e û di xizmeta giş kurdan de ye.

Bi gotineke di nav kurdan de dema dahola hewarê ye, roja namûsê ye.

Roja yekkirina dengên xwe, îlankirin û ragihandina nasname û statuya xwe, xweserî û taybetmendiya xwe û kurt û kin kurdbûna xwe ye

Bila 2011 jî wiha têkeve dîrokê.

Mîrhem Yîgît

25-08-2011, Koln

 

BLOG COMMENTS POWERED BY DISQUS